Break newsNûçeslide

Rêjîma Sûrî û Hizbullaha Libnanî Erebên Hesekê teşyî’î dikin

Yekîtî Media 9/6/2016

bi alîkariya Hizibullaha Libnanî  Rêjîma Sûrî  hewildide ku welatiyên Ereb yên bajarê Hesekê bi mezheba  şî”î ve girê bide.

Welatiyê bi nave X.A ji nûçegihanê Yekîtî Media re ragihand, ku rêjîm û hizbullah malbatên ereb ji Hesekê  vedughêzin devera Biqaa ya Libnanî bi behaneya ku li wê deverê kar bikin û li wir wan fêrî mezheba şî’î dikin.

Heman jêderî diyar kir, ku herdû alî wê di demek nêzîk de 50 malbatên Ereb ji Hesekê veguhêzin deşta Biqaa ya Libnanî bi armanca teşyî’î kirina wan, û di paşê re wê wan malbatan vegerînin bajarê Hesekê da ku bingeheke xurt  ji xwe re li wir ava bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button