Break newsNûçeslide

Raporeke Navnetewî Rêjîma Esed Bi Pêkanîna “Komelkujiyê” Tawanbar Dike

Endamê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikaberiya Sûriyê Yasir El- Ferhan diyar kir, ku rapora Neteweyên Yekgirtî piştevaniya xwestekên Desteya Bilind ya Danûstandinan dike, der barê pêwîstiya cîbicîkirina faylê mirovî û girtina wî di ser mercên goftûgoyan re, herwiha pêdana mezintirîn giringî jêre li ser asta navdewletî, ji ber ku ti çareseriyeke siyasî naçe serî di dema ku hîn bi hezaran girtî ji gelê Sûriyê di  zindanên sîxuran de ne, û di bin îşkence û sitemkariyê de dijîn.  
El-Ferhan destnîşan kir ku ev rapor di çarçoveya cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 de tê, ku serbestberdana girtiyan, rakirina dorpêçê ji ser sivîlan têde hatiy, û ev yek erkekî navdewletî ye ku li ser Encumena Ewlekariyê ferz dibe ku tedbîr û mêkanîzmên pêwîst pêk bîne, û fişarê bike ji bo  serbestberdana wan, û dabînkirina parastineke temam ji wan re, û cezakirina rêjîma Esed bi tawana girtina hejmarek mezin ji wan di baregehên leşkerî de ku armancin ji êrîşên hêzên leşkerî yên derve re.
El- Ferhan tekeziya xwe li ser helwêsta Hevbendiyê bo pêwîstiya şandina faylê Sûriyê bo Dadgeha Navdewletî ya Tawankariyê dupat kir, û bi taybet faylê zindaniyan ji ber ku ev yek tawanek li dijî mirovahiyê ye, û dibe ku komelkujî be li gor salixdana wî, herwiha birrîna rê li pêş hewla rêjîmê ya revê ji berpirsyaretiya  tawankarî ya tawanên cengê yên ku derheqê hin zindaniyan pêk anîbû, ji destpêka ku ew di navendên ewlehî û fermangehên hikûmî û baregehên leşkerî  de girtibûn, ku ew cih ne amade bûn ji bo bicihkirina girtiyan di dema ku hejmar û cihên wan eşkere nake; heta bi kuştina bi îşkence û bidarvekirina meydanî, yan bikaranîna wan bi awayekî sîstematîk wek amrazên cengê ku ew di cihên teqînan de hatibûn bicihkirin, ku ew teqîn  ji aliyê ewlehiya rêjîmê ve pêk hatibûn.
Paulo Pinheiro serokê Komîteya Lêpirsîna Serbixwe ya ku ev rapor amade kiriye, di kongireyekî rojnamevanî de ku Doh,li ofîsa Neteweyên Yekgirtî li Cenêvê lidarxistibû got “Aliyên ku li Sûriyê şer dikin, û rêjîma Esed pirê caran, bi hezaran  zindanî di heyama 5 salên bûrî de kuştine, û destnîşan kir ku “Rêjîma Esed  tawanên li dijî mirovahiyê pêk tîne”.
Serokê Desteyê got; ku rêjîma Esed  bi deh hezaran sivîl bê serûber girtine di heyama salên bûrî de, û daxwaz ji aliyên nakok li Sûriyê kir ku zindaniyan serbest berdin.
Herwiha serokê Desteya Encumena Ewlekariyê doza ferzkirina cezayan li ser kesayetî û dezgeh û grûpên berpirs derbarê hawayên windakirin û işkencekirin û mirina zindaniyan kir.
Rapora ku Desteya Nandewletî ya Serbixwe derbarê tawanên ku li Sûriyê pêk tên amade kiribû, rêjîma Esed û herdu rêkxistinên Nusra û DAIŞê bi pêkanîna tawanên cengê di rêya kuştin û işkencekirina zindaniyan re tawanbar kirin.
Raporê destnîşan kir ku Desteyê hevdîtin ligel 621 kesî  pêk anî,ji bo vekolîna di mirina zindaniyan di heyma di navbera 10ê Avdara 2011an de, ta 30ê Çirya Paşî 2015an.Jêder: Hevbendî+ Hin ajans

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button