Break newsRaportslide

PYD ê çemento vedişêre û bi nirxekî bilind li bazara reş difroşe

Yekîtî Media 12/5/2016

Buhayê çemento li bajarên kurdî pir bilind bûye, kîsek çemento bi 7000 lîre Sûrî tê firotin.

Li gor nûçegihanên Yekîtî Media, çemento li bazaran hew peyda dibe, û ger peyda bibe jî buhayê her kîsekî pir bilinde, kîs ji 6000 ta 6800 lîre Sûrî tê firotin.

Hisên Mustefa karmendekî avahiyê ye, ji nûçegihanê me re diyar kir, ku tevgera avahiyan li Amûdê rawestiya ye jiber tunebûna çemento û buhabûna nirxê her kîsekî.

Bazirganekî alavên avahiyê diyar kir, ku ji mehekê ve çemento li deverên Kurdî hew peyda dibe, raste bandora girtina dergehê Sêmalka li kêmbûna tibaba çemento heye, lê ne ta vê radeyê, jiber ku tibaba mezin ji kargehên Helebê û Hemayê û Edra û Kobanê ji me re dihat.

Herweha ewî bazirganî got, ku PYD rê nade derbaskirina çemento bo bajarên kurdî li Hesekê jiber du sedeman, diyarkirina herêma Kurdistan ku navçe dorpêçkiriye bi girtina Sêmalka, û ya din firotina çemento bi nirxekî pir bilind da ku ziyanên girtina Sêmalka qerebû bikin, herweha amaje kir, ku kîsê çemento bi nirxekî erzan li Kobanê tê firotin.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Kobanê tekez kir, ku kîsê çemento bi buhayê 1200 lîre Sûrî tê firotin bo xwedanê rêdanan, û bi 2000 l.s li bazara reş tê firotin.

Tê zanîn ku navçeya Cezîrê (parêzgeha Hesekê) ev bûye çend meh ji hêla partiya Yekîtiya Dîmokratîk ve (PYD) hatiye dorpêçkirin, çiku rê nade barhilgirên erzaqan û şînkayê û pêdiviyên serke di riya Mabrûka re derbas bibin, nemaze piştî girtina dergehê Sêmalka yê sînorî ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button