Break newsNûçeslide

PYD berdewam e di leşkerkirina zarokan de

Yekîtî Media 20/4/2016

Malbata ciwanê kurd Alan Deqorî li ser torên civakî belav kirin, ku ji demekê ve Alan windayî ye ,piştî lêkolînên  malbatê di şopa kurê xwe de, diyar bû ku ew li pêgehên perwerdeya yekîneyên parastina gel YPG ye .

malbata Alan serdana pêgehê kirin da ku  kurê xwe bibînin, lê berpirsên wê deverê rê nedan wan, û ji wan re gotin ku Alan bi razîbûna  xwe tevlî perwerdeya leşkerî bûye.

Alan ji xelkên  bajarê Amûdê ye, û temenê wî 16 sale, ango hîn zarok e, û negihiştî ye temenê leşkeriyê, lê berpirsên PYD hîn berdewam in di binpêkirina hevpeymaniyên navdewletî de, û belgeyên mafên mirovan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button