Break newsNûçeslide
Piştî rêkeftinekê ligel Opozisyonê Artêşa Rêjîma Sûriyê derbasî Eyn Fîceyê dibe
Yekîtî Media 28/1/2017
Ajansa “Rueters” belav kiriye, artêşa Rêjîma Sûriyê derbasî devera Eyn Fîceyê li Wadî Bereda li rojavayê gundewarê şamê bû, piştî rêkeftinekê di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên opozîsyona çekdar li wê deverê, ku di encamê de hêzên opozîsyonê xwe ji wê deverê vekişandin.
Li gor rêkeftinê, dê ava vexwarinê ji nû ve bo Şamê bê şandin, li hemberê çekdarên opozîsyonê dê bi çekên xwe ji wê deverê derkevin û berve parazgeha Idlibê biçin.