Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê 3 welatiyên Kurd li Dêrikê kuştin

Yekîtî Media 28/1/2017

Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, roja pêncşema borî 26ê çile, gule bi ser welatiyan ve li gundê Mezrê yê bi ser bajarê Dêrikê ve barandin û 3 welatî kuştin û 5 din jî birîndar kir.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Dêrikê, welatiyên bajarê Dêrikê piştî 3 rojan ji rûdanê, termên sê wealtiyên sivîl ku şehîd ketibûn bi encama gullebarana artêşa Tirkiyê rakirin.

Navê her sê welatiyên ev in: Mihemed Ebdellah Hacî ( gundê Xirab Reşkê) , Şêrwan Ebdellah Melle ( gundê Eyn Dîwerê ) , ê sisyan endamekî partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ê ye ji xelkên Kurdistana Bakur.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button