Break newsNûçeslide

Pevçûn di navbera QSD ê û komên çekdar de li bakurê M4 û başûrê Til Temir rû da

Yekiti Media

Duh piştî nîvê şeva pêncşemê /înê, pevçûnên nû di navbera hêzên Sûriya demoqrat (HSD) û artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar yên girêdayî bi ser wê ve rû da, li bakurê rêka navdewletî ( M4), di heman demê de digel gihîştina arîkarîkirinên leşkerî yên Tirkiyeyê ber bi herêmê ve.

Medyayên herêmî ragihand ku komên çekdar yên alîgirê Tirkiyeyê bi çekên giran êrîşî her du gundên (Gozeliyê û Til Elleben) ên dikevin bakurê riya navdewletî “M4” başûrê Til Temir kirin , di encamê de pevçûnên dijwar rû da, û agahiyên li ber destê me ku ji her du aliyan ziyan hene…

Herwiha diyar kirin ku artêşa Tirkiyeyê û Komên çekdar bi tankên giran gundê Dirdara li gundewarê bakurê Til Temir bombebaran kirin, bêyî ku agahî derbarê zîyanên mirovî hebe..

Û nîşan dan ku hebûna liv û tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê bi awayekî mezin li gundê Elerbe’în û Lêlan li aliyê başûr û rojavayê Til Temir diyar e, tevî tankan û hin çekên din yên giran, ku ev tevger di nav aramiyek hişyarî de ye piştî pevçûnên şeva borî de..

Tê zanîn ku artêşa tirk û komên çekdar yên alîgirê wê duh êvarî, xalên QSD ê li gundewarê devera Elbab a rojavayê bajarê Minbicê bombebaran kirin , bê ku ziyanên mirovî hebe..

Herêmên di navbera hêzên Sûriya demoqrat û artêşa tirk û komên çekdar ji demekê bo demekê pevçûn û bombebaran diyar dibe, ku di encama wê de bi dehan ji leşker û sivîlan ji destpêka vê salê de hatin kuştin û birîndarkirin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button