Break newsNûçeslide

Pêşmerge li Kobanî: Dawiya DAIŞê hatiye

Kobanî – Hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanî di bilindtirîn asta de ye û wek Hêzên Pêşmerge li wir dibêjin, çekdarên DAIŞê pir lawaz bûne û pêşeroja vî şerî di berjewendiya hêzên kurdî de be.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Ehmed Gerdî ji Rûdawê re ragihand: “Niha Rewşa aram e û şerê bi çekên sivik nîne, lê tenê topbaran carna derdikeve.”
Derbarê rêjeka ku di destê hêzên kurdî de ye, Ehmed Gerdî wiha got: “Niha %40 heta 50 ji bajarê Kobanî di destê me de ye. Şer bi pişrastî di berjewendiya me de ye û çekdarên DAIŞê pir lawaz bûne.”
Gerdî wiha domand: “Çekdarên DAIŞ li Kobanî ziyanên mezin dîtine, ku hejmareke zêde ji wan hatine kuştin û dawiya wan hatiye, lê ne di wê astê de ye ku em bêjin azadkirina Kobanî pir nêzîk e. Roj bi roj ew lawaztir dibin û moralê wan têk diçe.”
Ehmed Gerdî bi başî behsa hevkariya di navbera Hêzên Pêşmerge û şervanên DAIŞê de kir û wiha got: “Hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê li Kobanî di bilindtirîn asta de ye û ti kêmasî û giliyên me nînin. Di êrişan de jî em hevahengiyê dikin.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî da zanîn ku, “Biryar e ku hêzek din bê şûna van pêşmergeyên ku niha li Kobanî şer dikin û dibe ku ev kar di destpêka meha bê de were pêkanîn û hejmara wan jî, ji ya niha zêdetir nabe.”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button