Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pêşmerge ev bajarok rizgar kir

Berpirsê komîteya Mexmur radighîne ku piştî di demjimêr 6 vê sibehê hêzên pêşmerge êriş birin ser bajaroka Qerac berya niha bi kêlîkekê ew bajarok hate rizgar kirin.

Berpirsê komîteya Mexmurê Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Hêzên pêşmerge îro 24/8/2014 di saat 6 vê sibeh êriş birin ser terorîstan û karîn bajaroka Qerac li nêzîkî Giwêr ji terorîstan pak bikin.

Gelalî got: Berya niha bi kêlîkekê hêzên pêşmerge gihêştine nava bajaroka Qeracê û ji niha ve hêzên pêşmerge bi pêşve diçin bo rizgarkirina navçeyên din yê li wê sînorê.

Berpirsê komîteya ragihand ku li gor zanyariyên wan gelek kuştî û birîndarên çekdarên terorîstên DAIŞ hene.

PUKmedia/Diyar Star

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button