Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PDK : Rêkeftina YNK û Goran ê dê nakokiyan di hundirê Herêmê de aloztir bike

Yekîtî Media 18/5/2016

Nivîsgeha siyasî ya PDKê di daxuyaniyeke nivîskî de rêkeftina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Goranê rexne kir û got ev gav hewlek e ku nakokiyên siyasî kûrtir bike, PDKê got, ew bi ti awayê rêkeftina navbera du partiyan an jî zêdetir wek bingeh bo rêvebirina welat qebûl nakin û daxuyakirin, ku bêyî PDKê Başûrê Kurdistanê nayê birêvebirin.

Îro çarşemî 18 ê Gulanê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serpereştiya Serokê partiyê Mesûd Barzanî jibo nirxandina rêkeftina navbera Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê û nîşandana helwesta xwe li bajarê Hewlêrê civiya.

Piştî civînê, PDKê daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de rêkeftina navbera YNKê û Goranê rexne kir.

PDKê di daxuyaniya xwe de dibêje, ew alîgirê rêkeftinên siyasî ne, bi taybet eger bo berjewedniya gelê Kurdistanê û yekrêziya hêzan û nehiştina nakokiyan be, ne bo dijatîkirina aliyekî din û mezintirkirina qelşên ku hene.

PDK radigihîne, ku ew rêkeftina navbera du partiyan û zêdetir ji du partiyan jî wek bingehekê bo rêvebirina proseya siyasî, yasayî û rêveberî li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Di rêkeftina navbera Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştîmnaiya Kurdistanê de hewlek tê dîtin bo berfirehkirina nakokiyên navxweyî ku xizmeta arîşe û pirsgirêkên asêbûyî nake, belku me ber bi rewşên nexwestî ve dibe.”

PDKê herwiha got rêkeftina doh hatî ragihandin, rêgiriyek e li pêşiya YNKê ku helwêsteke cuda ji Goranê hebe, ku tê dîtin Goran ber bi alozî û tundrewiyên zêdetir gav tavêje.

Li gor daxuyaniyê, YNKê bi îmzakirina rêkeftina ligel Goranê, hevpeymaniya bi PDKê re û rêkeftina istratejîk a navbera wan û hevbeşiya wan di rêvebirina Kurdistanê de berçav negirtî ye.

Nivîsgeha siyasî ya PDKê da xuyakirin, YNKê bêyî ti gotûbêjan û bêyî ku PDKê agahdar bike, rêkeftin bi aliyekî re kir ku arîşeyek siyasî ligel PDKê çêkiriye û xwe kire beşek ji wê arîşeyê ku ew yek jî berovajî rojên borî bû, ku YNK bi PDKê re alîkar bû jibo çareserkirina arîşeyan.

PDK tekez dike: “PDK jibilî îradeya gel ti îradeyên din qebûl nake û ezmûna borî jî nîşan da ku bêyî PDKê rêvebirina herêmê nab e .

 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Partiya Demokrata Kurdistanê radigihîne, ku gelek bi hestyarî berê xwe dide rewşa niha ya Kurdistanê û dibêje: “PDK bi ti awayî rê bi her hewlekê nade bo têkdana îstîqrara îdarî, siyasî û ewlehiyê û lawazkirina îrade û berxwedana Pêşmerge ku niha ligel hovtirîn dijminê mirovahiyê û azadiyê di şerekî dijwar de ye, û hêj şerên mezintir jî li pêşiya me mane.”

PDK di daxuyaniya xwe de tekezî li ser wê yekê jî dike, ku nabe xwîna pêşmerge ku di ber azadiyê de rijandiye, bi heder biçe û dibêje: “Pêwîst e gelê Kurdistanê bi rêyeke rewa û yasayî weke referandomê îradeya xwe nîşanî hemû cîhanê bide.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, her çiqas ku Kurdistan li tenişt hovtirîn hêza terorîstî û li devereke aloz e, lê belê îstîqrareke bêhempa jî heye, PDK dibêje, ew di vê baweriyê de ne ku gereke hemû hewl bo îstîqrar û çareserkirina arîşeyan û parastina destkevtan bin ne tiştên din.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button