Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PDK-Îran: di şerê li dijî artêşa pasdarên Îranê Pêşmergeyekî me şehîd ket

Yekîtî Media 24/9/2016

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku di şerê li Pîranşarê de pêşmergeyek birîndar bûye û paşî ji ber giraniya birîna xwe şehîd bûye.

Şeva Şemiya borî 18 êlûnê, di navbera gundên Qebra Husên û Pirdanan a navçeya Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê, di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên artêşa pasdarên Îranê de pevçûn derketibû.

Civata Nîzamî ya PDKÎ da xuyand ku di heman şerî de leşkerên Îranê jî hatine kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button