PDK: Divê PKKê ji Şingalê derkeve
Yekîtî Media 25/4/2017
Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê bombebarana firokeyên şer yên Tirkiyê li ser navçeya Şingalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand “Em di demekê de ku nîgeran in bi lêdana senger û binkeyên Pêşmergeyêm me û bi tundî nerazîbûna xwe derdibirînin û tekez dikin ku ev êrîş bi şaşî be jî, bi ti awayî qebûl nakin.”
Di daxuyaniya Polîtbîroya PDKê de hat, “Îro berdestê sibê firokeyên Tirkiyê binkeyên PKKê li Çiyayê Şingalê bombebaran kir. Mixabin di wê bombebaranê de sengerekî Pêşmerge jî bi ber wê êrîşê ket û hejmarek ji Pêşmergeyên qehreman şehîd û birîndar bûn.”
PDK bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Em di demekê de ku nîgeran in bi lêdana senger û binkeyên Pêşmergeyêm me û bi tundî nerazîbûna xwe derdibirînin û tekez dikin ku ev êrîş bi şaşî be jî, bi ta awayî qebûl nakin. Careke din wê rastiyê bi bîra welatiyên xwe û hemû aliyekî tînin, ku ev bûyer û her bûyereke din ya hevşêwe ji encama hebûna nerewa û xwesepandina PKKê li Herêma Kurdistanê de ye. Ti sûde û qazancek ji xelkê Herêma Kurdistanê re nebûye. Ev ne yekem car e jî xelk û welatiyên me dibine qurbaniya siyaseta şaş ya PKKê, ku meydana xwe bicih hêştine û bi ne heqî şer veguhastiye Herêma Kurdistanê.”