Break newsNûçeslide

Navên Pêşmergeyên şehîd û birîndar di encama bombebarankirina Şingalê

Yekîtî Media 25/4/2017

Vê sibehê bi egera “bombebarankirina binkeyên PKK” firokeyên şer ên Tirkiyê deverên çiyayên Şingalê bomberana kirin, lê yek ji sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê bi ber êrîşê ket û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 8 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

navên şehîdên Pêşmerge û birîndaran aşkere bûn û birîndar niha li nexweşxaneyên Dihokê tê dermankirin.

Navên Pêşmergeyên şehîd wiha ne:

Îsmaîl Seîd Bapîr.

Mistfa Resûl Hemo.

Îdrîs Ebdulah Şemdîn.

Behcet Mihemed Seîd.

Hîşam Hişyar.

Herwiha di wê bombebaranê de hejmarek ji Pêşmergeyan jî birîndar bûn. Navên wan jî wiha ne:

Îmad Ebdula.

Semîr Ebdula Ehmed.

Mihemed Hesen Mistefa.

Sabir Selîm Reşo.

Hisên Mihemed Sidîq.

Azad Ferîq Omer.

Wezareta Pêşmerge derbarê bombebaran firokeyên şer yên Tirkiyê li Çiyayê Şingalê de belav kir û ragihand, bombebarankirina Pêşmerge nayê qebûlkirin û ew pirsgirêk û grift hemû ji ber hebûna PKKê li wê navçeyê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button