Break newsRaportslide

Panorama meha Gulanê 2016, binpêkirinên PYD ê di mafê miletê Kurd de

Yekîtî Media 1/6/2016

Di meha Gulanê de binpêkirinên girûpên çekdar yên girêdayî PYD ê di mafê siyasetmedar û çalakvanan li deverên Kurdistana Sûrriyê bi rêjeyeke mezin pirbûn, revandin û lêdan, binçavkirin, êrîşkirina bê destûr li ser malan, girtina ciwanan bo leşkeriya neçar.

Sibeha roja înê 6 Gulanê, çekdarên PYD ê zaroka bi navê Yasmîn Ibrahîm Kurdo ji gundê Korek li Kobanê revandin û ew tevlî hêza xwe ya leşkerî kirin.

Roja yekşemê 8 Gulanê asayişa PYD ê Şemdîn Nebî li Qamişlo girtin û ew işkence kirin, ji ber nivîsekê li ser rûpela xwe ya fêsbûkê.

Asayişa PYD ê girtina ciwanan bo leşkeriya neçar berdewam kirin, û roja duşemê 9 Gulanê li ser rêbenda Nametî li Qamişlo ciwan binçav dikirin.

Di berbanga roja duşemê 9 Gulanê, çekdarên PYD ê hewila teqandina nivîsgeha ENKS ê li Girkê Legê kirin, bi riya bombeyeke çandî.

Li bajarê Kobanê çekdarên PYD ê herdû keçên zarok yên bi navê ( Semîra Ebdo Bozan , û Amel Mihemed Şêx Bozan ) bi zorê revandin.

Roja çarşemê 11 Gulanê asayişa PYD ê Emîra Temo endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê li dergehê Sêmalka girtin, û sê rojan di zindanê de ma.

Di berbanga roja duşemê 23 Gulanê çekdarên PYD ê êrîşî 6 gundan li herêma Koçerat li gundewarê Dêrikê kirin , û herweha êrîşî 3 gundan li Amûdê kirin ( Cewheriya – Til Hebiş – Kerengo ), û bi dehan ciwan binçavkirin bi behaneya leşkeriya neçar.

Şeva şemê 28 Gulanê, çekdarên PYD ê êrîşî malên 5 serkirde û endamên partiya Yekîtî li Amûdê kirin, û endamê komîta siyasî Enwer Naso binçavkirin, û herweha endamê komîta navendî Ebdilîlah Ûcê, û herdû endamên rêxistina Amûdê Ebdil Mihsin Xelef û Ridwan Hemo binçavkirin , û laptop û telefonên wan desteser kirin.

Herweha endamê rêxistina Amûdê ya partiya Yekîtî Mejdel Qasim roja 23 Gulanê ji rex asayişa PYD ê ve hate girtin piştî pevçûneke devkî li gel kadroyekî PYD ê ji ber girtina lawê wî Zinar yê 16 salî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button