Break newsRaportslide

Nivîsgeha jin û ciwanan Nûçegihanê Yekîtî media li Hesekê xelat kir

Yekîtî Media – Hesekê 24/4/2014

Bi helkeftina 118 salvegera damezirandina yekemîn rojnameya kurdî û vejandina roja rojnamevaniya kurdî, şaxê Hesekê yê Nivîsgeha jin û ciwanên partiya Yekîtî ya kurd li Sûrî di roja şemiyê de 24ê nîsanê li bajarê Hesekê, semînarek li ser dîroka rojnameya cîhanî û kurdî li darxist, Gulnaz Ûcê dest bi semînarê kir, û li ser dîrok û bingeh û qonaxên pêşveçûna rojnameya cîhanî axvî, û bi taybetî li ser rojnameya kurdî û pirsgirêk û astengiyên wê, û dîroka çapkirin û pêşxistina wê anî ziman.

Ûcê di semînara xwe de li ser rola Bedirxaniyan di damezirandina rojnameya kurdî de axivî.

Di dawiya semînarê de û bi vê helkeftinê , Nûçegihanê malpera Yekîtî media li Hesekê hate xelat kirin ji aliyê Nivîsgeha jin û ciwanên partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriya, wek sipasî li ser karê wî di malpera Yekîtî media de, ya ku rêveber û nûçegihanên wê tên girtin û revandin û işkencekirin li ser destê çekdarên partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button