
Break newsNûçeslide
Nesrelah sozê dide ku hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê bi hêztir bike
Yekîtî Media 21/5/2016
Emîndarê giştî yê Hizbulah Hesen Nesrelah soz da, ku hejmareke mezintir ji leşkerên xwe bişîne Sûriyê. Nesrelah di gotinekê de li ser tilvizyona Elmenar helwesta xwe ragihand û got, emê li Sûriyê bimînin û emê bi şêweyên nû beşdarî şer û pevçûnan li sûriyê bibin, da ku pirojeyê Amerîkî û Israîlî û yê Erebistana Si’ûdî têkbiç.
Daxuyaniyên Emîndarê giştî yê Hizbulah Libnanî tên piştî hefteyekê ji kuştina Mistefa Bedir Eddîn serkirdeyê wê partiyê li nêzî balafirgeha navdewletî li Şama paytext.