Break newsRaportslide

Li Hewlêrê partiya Yekîtî û TCK ê bîranîna pakrewan Ebdî Ne’san vejiyandin

Yekîtî Media 21/5/2016

Li ser vexwendina partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê û Tevgera Ciwanên Kurd , îro li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê , bîranîna derbasbûna 31 salî li ser bûyera kuştina xebatkar Ebdî Ne’san Qadir li hola Lawan hat vejiyandin, bi beşdarbûna nûnerên ENKS ê û yên partiyên siyasî kurdî, û herwiha nûnerên rêxistinên sivîl û cemawerekî mezin ji penaberên kurdên Sûrî li Hewlêrê.

Bi vê boneyê gelek gotin hatin pêşkêşkirin têde li ser rola pakrewan Ebdî Nesan di xebata ji bo pirsa netewî ya kurdî li Sûriyê hat axiftin, herwiha hin helbestvan û hûnermend jî beşdar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button