Break newsNûçeslide
Navendeke DAIŞê li Reqayê kete destê HSDê de
Yekîtî Media 28/8/2017
Li gor ragihandinek ji alî Hêzên Sûriya yên Demokratîk (HSD), kontrola navendeke DAIŞ a li bajarê Reqayê ketiye destê wan.
Navenda DAIŞ a li Reqayê li Nexweşxaneya Zarokan a li devera Rojava bakurê bajêr dikeve û di dema kontrolkirina wê de 16 çekdarên DAIŞ hatine kuştin.
Herweha nûnerê Amerîka yê dijî şerê DAIŞ de Brett McGurk di twittera xwe de ketina navenda DAIŞ li Reqayê piştrast kir.