Break newsNûçeslide

Asayişa PYD Berzan Hisên ji zindana Navkurê veguhest Elaya

Yekîtî Media 28/8/2017

Roja doh yekşemê , asayişa PYD li Qamişlo rojnamevan Berzan Hisên (Liyanî) nûçegihanê programa ARKê ya kenala Zagros ji zindana Navkurê li rojihlatî Qamişlo veguhest zindana Elaya.

Malbata Berzan ji Yekîtî Media re eşkerekirin, ku wan xwest ku serdana Berzan bikin lê asayişa PYD rê neda wan, tenê hinek pere gihandinê di riya rêveberiya zindanê de.

Tê zanîn ku Berzan Hisên wek nûçegihanê programê ARKê kar dikir, roja 13 meha gulanê li bajarê Rinêlan ji rex asayişa PYDê ve hate binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button