Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

NATO, amadebûna xwe bo piştevaniya Êraqê li dijî DAIŞ ragihand

Peymana NATO amadebûna xwe bo piştevaniya leşkerî û mirovî bo şerê Êraqê li dijî terorîstên DAIŞ ragihand û bi vê yekê tevlî grupa dewlet û rêxistinên navdewletî bû.

Emîndarê giştiyê NATO Andirs Rasmosin bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragiand ku peymana NATO bi temamî amadeye bi leşkerî alîkariya Êraqê bike bo jinavbirina rêxistina DAIŞ`ê.

Her weha Rasmosin bang li civaka navdewletî jî kir ku bi berpirsyartî tevbigerin bo rawestandina pêşveçûna DAIŞ`ê.

Rasmosin di berdewamiya axaftina xwe de pêşwazî xwe li êrişên asmanî yên Emerîka li dijî cih û baregehên terorîstên DAIŞ`ê li Êraqê kir.

PUKmedia/Ajans

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button