Break newsNûçeslide
Mele Bextiyar ji nava YNK derket
Yekîtî Media 18/10/2017
Serkirdeyê Yekîtî Niştimanî Kurdistanê Mela Bextyar dibêje, êdî ew YNK bi cî dihêle û ew beşdarî civînan nabe.
Di peyameke nivîskî de, Mela Bextyar berpirsê Detseya Kargêrî ya YNKê, dibêje, di civînên ligel PDKê û aliyên din wî daxwaz kiribû ku alternatîvek ji referandumê re bê dîtin û bi Bexda û Amerîka, Brîtanya û welatên herêmî dest bi diyalogê bikin.
Mela Bextyar dibêje xetereke mezin li ser başûrê Kurdistanê heye, ku bibe 2 îdare, û ew jî ji ber destêwerdana herêmî û navdewletî û şerê navxweyî, û metirsiya cudabûnê li ser YNKê jî heye.
Mela Bextyar dibêje ew li dijî diyardeya 2 îdareyî ye li herêma Kurdistanê.