Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li wanê şer û pevçûn di navbera PKKê û artêşa Turkiyê derket

Yekîtî Media 27/5/2016

Li bakurê Kurdistanê di pevçûnên şeva burî de 2 endamên PKKê û serbazekî artêşa Turkiyê canê xwe ji dest da û serbazekê dî jî birîndar bû.

Şeva burî li navenda devera Îpekyolû ya Wanê, polîsan bi otombêlên zirêpoş û beşdarbûna helîkopteran li taxa Kevenlî, hêriş kirin ser avahiyekê.

Li gor agahiyan, endamên PKKê, li pêş avahiyê otombêla polîsan xistin kemînê de û pevçûn di navbera  wan de çêbû. Berpirsên hêzên polîsan dan xuyakirin, ku  di pevçûnê de 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û yên din ji cihê bûyerê dûr ketine.

Ji aliyekî din ve, li devera Pilûr ya Dêrsimê, ji encama hêrişa PKKê, serbazekê artêşa Turkiya canê xwe ji dest da û yekê din jî birîndar bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button