Break newsNûçeslide

Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê meseleya helîkopteran

Hewlêr – Hat îdiakirin ku 20 helîkopterên dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser Trikiyeyê re derbasî Suriyê bûne.
Rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser medyay sosyal îdia kir ku duhî 20 helîkopterên DYAyê li ser Tirkiyeyê re derbasî herêma Tel Ebyad a Surîyê bûne.
Li gorî nûçeya CNN Tirkê çavkaniyên li herêmê dibêjin ev operasyoneke li hemberî kuştina rojnamevanê Amerîkî Steven Sotlof e.

Di rojên borî de hatibû rojevê ku DYA dê li Sûriyê li dijî DAIŞê operasyonekê li dar bixe.
Dîsa tê îdiakirin ku helîkopter ji bo operasyoneke rizgarkirinê çêbin Sûriyê.

Çavkaniyên artêşa Tirkiyeyê, ragihand ku ev îdia ne rast in. Çavkaniyan hatûçûna helîkopteran piştrastkir lê gotin ku ev 15-20 helîkopter yên artêşa Sûriyê ne.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button