Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li ser Şingalê, lêpirsîn bi 200 pêşmerge û fermandeyan re hatiye kirin!

Dihok – Li ser vekişiyana hêzên Pêşmerge ji deverên Şingal, Zûmar û Mexmûrê yên Başûrê Kurdistanê, heta niha 200 pêşmerge û fermandeyên Pêşmerge rastî lêpirsînê hatine.

Piştî ku çekdarên DAIŞê meha Tebaxa îsal dest bi êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê kirin, li hinek eniyên şer bi taybet li deverên Şingal, Zûmar û Mexmûrê hêzên Pêşmerge li hembe DAIŞê vekişiyabûn ji ber wê jî ew dever ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin.

Li ser vê yekê, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ferman dabû lêjneyek ji bo lêpirsîn û lêkolînê li ser vekişîna hêzên Pêşmerge ji wan deveran pêk were. Di wê çarçoveyê de hinek fermandeyên Pêşmerge û Polîs li devera Badînanê hatibûn girtin.

Jêderekî haydar ji Rûdawê re got, Lêjneya Lêpirsînê heta niha lêpirsîn bi derdora 200 pêşmerge û fermandeyên Pêşmerge re kiriye û ji wan sedema vekişîna hêzên Pêşmerge ji wan deveran hatiye pirsîn.

Wî jêderî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku hemû agahî û tiştên ku wan pêşmerge û fermandeyên leşkerî dane lêjney dê bi şiklê raporekê pêşkêşî Barzanî bê kirin.

Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge, Helgord Hîkmet jî ji Rûdawê re gotibû ku lêjneya lêpirsînê ji 3 kesan pêk tê: Nûnerê Barzanî, nûnerê Wezareta Pêşmerge û dadwerek.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer jî ji Rûdawê re got, endamên lêjneya lêpirsînê yekser bi fermana Barzanî kar dikin û li navçeya Pîrmamê jî rûdinên.

Cebar Yawer her wiha diyar kir ku pêşmerge û fermandeyên ku lêpirsîn bi wan re hatiye kirin, ji eniyên Xaneqînê heta Mûsilê hatine gazîkirin.

Yawer eşkere kir ku piraniya karên lêjneyê qediyaye û dê di demek kurt de rapora xwe pêşkêşî Barzanî bikin û wiha got: “Dê nusxeyek ji wê raporê jî bidin me, emê jî wan biryarên ku lêjne dide, cî bi cî bikin.

Li gorî Cebar Yawer, hinek ji fermandeyên Pêşmerge dê bên cezakirin çimkî lêjne pir ciddî ye.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button