Break newsRaportslide

Li Qamişlo kirîza nan aloztir dibe

Yekîtî Media 24/7/2016

Kirîza tenebûna  nan li bajarê Qamişlo gurdibe, û roj bi roj para nanpêjgehan ji ard kêm dibe, welatiyên taxên Qudûrbek û Aşûriyê ji Yekîtî Media re diyar kirin ku kirîza nan li cem wan roj bi roj zêde dibe û ew bi kêferateke mezin û bi nirxekî buha nan bidestdixin.

Ji hêla xwe ve xwedanê nanpêjgehan aşên rêjîmê bi sedemên vê kirîzê tawanbarkirin, û balkişandin ku qutbûna elktirîkê roleke mezin di vê kirîzê de dilîze.

Di heman mijarê de kirîza nan ne bi tenê li Qamişlo rûda ye, lê li tevaya bajarên parêzgeha Hesekê qewimiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button