Break newsNûçeslide
Li Kîlîsê agir bi bingeheka leşkerî li nêzîkî sînorê Sûriyê ket û 10 leşker birîndar bûn
Yekîtî Media 13/7/2017
Li bajarê Kîlîsê yê Bakurê Kurdistanê agir bi bingeheka leşkerî li nêzîkî sînorê Sûriyê ket û 10 leşker birîndar bûn.
Derbarê mijarê de Parêzgeriya Kîlîsê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zaîn ku, îro berbangê li bingeheka leşkerî agir derketiye. Agir di demeke kêm de li cebilxaneyê jî ketiye û bi vî awayî çend teqîn rû dane.
Parêzgeriya Kîlîsê da diyar kirin, di encamê de 10 leşker birîndar bûne û li nexweşxaneyê tên dermankirin.