Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li parêzgeha Enbar DAIŞê êrîşî hêza eşîran kir

Yekîtî Media 13/7/2017

DAIŞê li navçeya Germe ya parêzgeha Enbar a Iraqê li dijî hêza Civata Eşîran êrîşa xwekujiyê pêk anî.

Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê Şelal Nacî ragihand, ku îro danê sibehê 2 çekdarên DAIŞê ketine navçeya Germe û li dijî hêza Civata Eşîran ku li Cadeya Eşrîn xala kontrolê danîbûn, êrîşa xwekujiyê li dar xistine.

Şelal Nacî diyar kir, ku 8 çekdarên hêza Civata Eşîran jiyana xwe ji dest dane û 4 çekdar jî birîndar bûne û aşkere kir, ku li cihê bûyerê dengê çekan tê û dibe ku hin çekdarên DAIŞê alîkariya êrîşkaran dikin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button