Break newsNûçeslide

li Hesekê Rêjîma Sûrî û milîsên bi ser ve ciwanan bo leşkeriyê binçav dikin

Yekîtî Media 3/6/2016

Artêşa rêjîma Sûrî û milîsên Bervaniya Niştmanî li bajarê Hesekê dest bi hilmeteke girtina ciwanan dikin, û li gor xwendevanekî ku serbest hate berdana, herdû hêzan ciwan bi behaneya leşkeriya bi zorê binçav dikirin, wî xwendevanî tekez kir ku ciwanên binçavkirî ji bo navendên leşkeriyê li taxa Xiwêran têne komkirin û berê wan didin eniyên Şer.

Girûpea sereke ya ku bi van hilmetên girtinê radibe, bi navê artêşa berevaniya niştimanî tê naskirin ku girêdayê Rêjîma Sûriya yê, û li taxa Neşwa şerqî bi cih dibe, û kesê bi navê Ebdulqadir Hemo serokatiya wê girûpê dike, û ew kes berê di karên qaçax de kardikir û niha ew serkirdeyê vê milîsê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button