Break newsRaportslide

Li Hesekê çilrojiya pakrewan Behaa Fatimê hat lidarxistin

Yekîtî Media 13/11/2016

Doh li bajarê Hesekê encûmena xwecihî ya ENKSê li Hesekê çilrojiya pakrewan Behaa Eddîn Fatimê endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd û birayê wî Ebdilhekîm hat lidarxistin.

Çilrojî bi kêlîkek bêdeng û sirûda Ey reqîb destpêkir, dûvre mamoste Salar Salih jiyannameya pakrewan Behaa pêşkêşkir, gotina Emîndariya giştî ya ENKS berêz Fesla Yûsiv pêşkêşkir, û gotina partiya Yekîtî mamoste Silêman Oso endamê komîta siyasî ya partiyê pêşkêşkir, herweha gelek gotin û helbest hatin xwendin, û di dawiyê de berêz Armanc Fatimê gotina malbatê xwend têde sipasiya hemû beşdaran kir.

Herweha şandek ji serkirdayetiya partiya Yekîtî serdana gora pakrewan Behaa li gundê Qolo kir û gurzek gul li ser gora wî danî.

Tê zanîn ku pakrewan Behaa Eddîn Fatimê ligel birayê xwe Ebdilhekîm di teqîneke xwekujî de ku li taxa senabil rûda bû şehîd ketin.

a b c d e f g

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button