Break newsNûçeslide

Li gundewarê Hesekê bombeyek ji paşmayên rêxistina Daişê teqîya

Yekîtî Media 26/10/2016

Îro danê sibeha, li ser riya gundê Hamdê yê devera Şedadê li parêzgeha Hesekê, bombeyeke çandî bi otombêlekê ve teqiya, di encamê de 3 kes ji malbatekê birîndar bûn.

Ew malabat ji mirovekî û hevjîna wî û keça wî ya 2 salî pêkdihat, jiber birînên wan jibo nexweşxaneya Niştimanî ya Hesekê hatin veguhastin.

Tê zanîn ku piştî têkçûna rêxistina Daişê li gundewarê Hesekê gelek bombeyên çandî li dûv xwe hiştine, ku pirê caran bi sivîlên nişteciyên wan deveran de diteqin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button