Break newsRaportslide

Li Girkê Legê Silêman Oso ligel endamên Encûmena Xwecihî ya ENKS li wî bajarî civiya

Yekîtî Media 18/7/2016

Doh yekşemê 17ê Tîrmehê, mamoste Silêman Oso endamê komîta pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ligel endamên encûmena xwecihî ya ENKS li Girkê Legê civiya, bi amadebûna nênerên partiyên ENKS û hin kesayetiyên serbixwe li wî bajarî.

Silêman Oso li ser giringiya ENKS wek hêzek siyasî û nûneratiya wî ji miletê kurd re di komcivînên navnetewî de axivî, herweha tekezî li ser berdewamiya projeyê netewî kurdî kir, û amaje bi çalakiyên encûmena xwecihî ya ENKS li Girkê Legê kir.

Herweha Oso doz li PYD kir ku hemû girtiyên siyasî serbest berde, û kiryarên xwe di mafê endam û alîgirên ENKS de rawestîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button