Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

li Diyarbekirê otombîleke bombekirî hat teqandin

Yekîtî Media 11/5/2016

Doh 10 Gulanê , li taxa Batikentê ya Diyarbekirê, li ber baregeha Galîp Deniz, otombîleke bombebarkirî hat teqandin û di encamê de jî 12 endamên hêzên ewlehiya Tirkî û 33 kesên sivîl birîndar bûn û 3 kesên sivîl li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest dan.

Li gor agahiyên destpêkê, otombîlek ji aliyê xwekujekî ve di dema ku servîsa hêzên ewlehiya Tirkî derbas dibûn, hatiye teqandin.

Li gor agahiyên ku parêzgariya Diyarbekirê belav kirine jî, 12 endamên hêzên ewlehiya Tirkî û 33 kesên sivîl birîndar bûne û 3 kesên sivîl li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest dane.

Dengê teqînê, li seranserê bajêr hat bihîstin û ziyaneke mezin li avahiyên nêzîkî bûyerê jî çêbûn.

Bûyer hêj ji ti aliyekî ve nehatiye serxweve girtin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button