Break newsNûçeslide

Li dergehê Sêmalka asayişa PYD kerwanek alîkariyan desteserkir

Yekîtî Media 26/6/2016

Nûnerê serokaritya Herêma Kurdistanê yê kar û barê Kusrdistana Sûrî Hemîd Derbendî tekezkir, ku asayişên partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD  kerwana alîkariya ku ji dergehê Sêmalka derbasî Kurdistana Sûriyê bû desteser kirin.

Derbendî ji malpera Pas Niyûz re ragihand ku Asayişên PYD kerwana alîkariya ku bi tonan şekir û çayê û alîkariyên din têde bûn desteserkirin ji bo  ku wan alîkariyan bifroşin bazirganan.

Derbendî herwiha dibêje ku eger PYD alîkariyên mirovî yên ku ji  xelkên Kurdistana  Sûrî re derbas dibin desteser bike wê gotinek Hermê hebe ku li ser van kiryarên  wan red bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button