Break newsRaportslide

Kurt jiyana xebatkarê Kurd Ebdî Ne’san

Têkoşerê Kurd Ebdî Ne’san li gundê ‘Elbelor ya dikeve rojavayê bajarê Kobanê bi 5 KM sala 1947an jidayik bûye , û ji malbateke kurdperwer û neteweyî ye, û xwendina xwe ya seretayî û navîn û amadeyî li dibistanên Kobanê bi dawî kirbû, û piştre di sala 1970 ê de berê xwe da bajarê Istenbolê ta ku xwendina zanîngehê bixwîne û di encamê de ji koleja Dermansazî serkeftî derçû..
Xebatkar Nesan li Istenbolê têkiliyên siyasî û çandî û civakî baş û qenc bi xwendevanên nêzîkî partiya Çep a Tirkî û partiyên kurdî re çêkir û rexneyan li partiy çep dikir ku bi dîktatorî û faşîstî bi gelê kurd re dikir .

Di sala 1978an de tevlî nava partiya Çep a Kurdî li sûriyê û piştre wekî serkirdeyek di nav wê de, û di sala 1982an de wekî endamê Komîta navendî ya Partîya Kedkar a kurdî li sûriyê hat hilbijartin.
Ebdî Ne’san sîyasetmedarekî zana û jîr bû xwediyê îradeyeke qehreman û xurt ku berevaniyê di ber doza gelê xwe dikir.
Ne’san di xebata xwe de her dem bang dikir divêt ku xwe bi zanistî û zanyarî dewlemend bikin û li hemberî dijminê gelê kurd bi zanebûn rawestin..
Gotina wî ya herî balkêş ” ku di divê em rêxistinek bi hêz û quwet ji kadroyên pêşketî û rewşenbîrî di siyaset û rêxistinê ava bikin, bê ev tişta em nikarin serpereştiya gelê xwe bikin”

Serkirdeyê navdar û jîr di partiya kedekar a kurdî li sûriyê Ebdî Ne’san zû koça dawî kir 38 salî bû, ku di 11/5/1985 bi destê xulam û çeteyên paşverû bi pîlanên rêjîma B’es li cihê karê xwe de hat kuştin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button