Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kurdek bo Şaredariya Beyrûtê hate berbijarkirin

Yekîtî Media 25/4/2016

Bo cara yekê li ser lîsta ( Şepêla Elimusteqbel) ya Lubnanî, kurdek tê berbijarkirin bo wergirtina postekî di civata şaredariya Beyrûtê de.

Rojnameya Alheyat a Seûdî balvkirîye, niha Se’ed Herîrî, serokê Şepêla Elmusteqbel hewlên xwe çirr kirîne bo amadekirin a lîstekê bo Şaredarîya Beyrûta paytexta Lûbnanê.

Li gor raporta rojnameya Elheyat, ev berbijarê Kurd, navê wî Ednan Ûmeyrate û bo wergirtina korsîyeka Şaredarîya Beyrûtê, li ser lîsta Elmusteqbel hatîye berbijarkirin.

Li gor zanyarîyan, di hefteya tê de ew lîsta 24 kesî dê bê ragihandin, ku berbijarên wê bi ser hemû ol û rêçikên ewî welatî hatîye pişikkirin, û Musilman û Kirstyan jî têde hene.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button