Break newsGotarslide

Kurd li Sûriyê çi di xuazin?

Dr.Zara Salih

Helbet ev pirs gelek caran xwe tîne ziman çi ji aliyê rikberiya Sûriyê ve, yan jî di nava hevdîtinan bi nûnerên navdewletî re û em karin bêjin ku li cem kurdan bi xwe tevlîhevîk heye.
Bê guman, kurd weke miletekî dîrokî û kevnare xwedî cihe, li ser xaka xwe ye bi şêwek rewa, lê ciyawaziya bizava kurdî siyasî û pirbûna partiyan ev helwest tevlîhev kiriye, ta carna dighê wê astê ku hin dibêjn: em nizanin win çi divin?!!!
Tevlî vê tabloya bi mij û moran, lê kurdan her xwe girêdidan bi pirsa demokrasî û guhertinê ve di hundirê Sûriyê de ji berî şoreşê ve û ta niha jî. Doza çareserkirina mafê netewa kurd helbet wê bi hemû netewên hevpar re be di hundirê Nexşeya Sûriyê de, loma beşekî mezin ji nerîna hêzên siyasî kurdî ji destpêka şoreşê ve helwesta xwe eşkere kirin û ne tenê azadî bû, lê pêkanîna sîstemek federal bo tevaya Sûriyê wê çareseriyek durist be ji welat tevî re ku parçe ne be û tev xelkên wê bi aştiyane bi hevre bijîn.
Ev dîtina han ya siyasî tu wateya wê nîne heger bi şêwek destûrì ne wê parastin.
Ev helwesta ku me anî ziman li gor yasa û hevpeymanên navdewletî mafekî rewa ye bo gelê kurd, loma jî Encûmena Niştimanî kurdî li Sûriyê(ENKS), bû hilgirê vê nerînê tevlî ku oppozîsiona Sûriyê bi hemû ciyawaziyên xwe vê dozê na pejirîne û mafê kurdan tenê dibin têgeya ( hemwelatiyê), dibîne.
Bi rastî, girêdana hin partiyên kurdî li Sûriyê bi ecindên herêmî kurdî ve jî, hişt ku bêtirî helwestekê hebe. Û hin ji wan xwe di bînin şaxek ji bakur û başûrê kurdistanê ji ber wilo jî hin hêz hebûn ku dixuazin wê nimûna han ji bo kurdên Sûriyê bi kar bînin. Weke nimûna, helwesta netewa demokrasî ( omme dîmokratiya), PYD ku xwe dibîne xeta sêyemîn. Îro dixuaze bibe serî nemaze piştî bi Rêveberîya Xweser li deverên kurdî li darxist bi Ereb û Siryana re yên herêmê. Ev pêvejoya xweser ku dûrî nerîna gelê kurdî ye ji ber ew bi xwe rêbazek partîtî ye bi tena xwe pêk tê û ji ber vê yekê nikarin kesekî bi xwere bikin hevpar ku ne weke dîtina wan di nava rêveberîyê de.
Tîşta din ya balkêş ewe ku di nava van hêzan bi xwe de dîse hin nakokî û dîtina ne weke hev heye. Ji xwe cada kurdî di nava vê dûmanê de winda ye û nizane berê wî bi kû de ye, lê em tev zanin ku di bin vê ne zelalbûnê de rastiyek jî xwe tîne ziman û ew e ku piraniya kurdan berjewendiyên xwe bi şoreşa Sûriyê re dibînin û biriyara xwe ji mêj ve standibûn bi guhertinê re û rûxandina rêjîmê û pêkanîna dewleteke federal, demokrasî dibin siya destûr û yasa yê hevbeş bo tevan netewên Sûriyê.
Hin caran, bazdana ji pejrandina mafên kurdî dibe sedem ku hin xwe xwedî dernaxin derbarê vê pirsa giring de. Lê bi tevayî heger em daxuaza kurdî li Sûriyê bi nirxînin, em karin bêjin ku kurd doza wan gelekî nehatiye guhertin ji dema berî û piştî şoreşê ve.
Tenê têkçûn û rûxandina rêjîma Esed deriyê rastiya guhertinê ye, qelenê xwîna hemû şehîdên Sûriyê ku azad bibin û welatekî serbixwe damezrînin. Ev rastiya han biriyara heman kurd e û pêwîste ku rikberiya Erebî Sûrî vê têge yê zanibe û karibe mentelîte û çanda partiya Baes derbas bike û ew bibe hilgirê doza kurdî weke erkek niştimanî Sûrî ji bo derî li pêşiya rêjîmê bigre û yekîtiya welat bi parêze.
Her em dîse dûpat dikin ku daxuaza kurdan li Sûriyê di xalên stûr de heşkere ye, tevlî hin cudabûnên aliyên siyasî.lê li hevkirina netewên Sûriyê ji bo danîna destûrekî nû serdemî ligor pîvan û hevpeymanên navdewletî ku tê de mafê gelê kurd parastî bin. Pey wê re bi rêkeftin sîstemek federal bibe bingeha civakî- siyasî ku rêbaza Sûriya nû dûrî teke- partî û diktatorî çi olî be yan partî îdiolojî be ta xelkên dewleta nû bi şêwek aştiyane bi hevre bijîn, loma pirsa kurdî, hêjayî gotinê ye, ku derî û ezmûna guhertin, demokrasî û wefedarî ye ji bo nirxandina pakrewanên şoreşa Sûriyê.
Ev rastiya xwiya û heşkere em weke kurd ku hevparbin di Sûriya nû de baweriyê pê tînin û dibînin xala sereke di heman hevpeymanên di navbera rikberiya Sûriyê û hêzên kurdî de.
Helbet ev pirsgirêka daxuaza kurdî di mîne berî her kesî erkê hêzên siyasî kurdî ku bi şêwek zelal û têgihiştî bighînin hevparên xwe yên Sûrî û tevaya cîhanê û dewletên xwedî biriyar.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button