Gotar

Kurd, Kurdistanî, Kurdperwer divê deng bidin HAK-PARê…

Îbrahîm GUÇLU

Neteweya Kurd bindest e. Xwediyê welatekî parçebûyî ye. Bêdewlet e. Li welatê xwe ne desthilatdar e. Jji hemû mafên neteweyî bêpar e û mafên xwe yên neteweyî ji aliyê çar dewletan ve hatiye xesip kirin. Koloniya çar dewletan (Dewleta Tirk, Faris, Sûriye) e. Li Iraqê nîv kolonî ye. Ji bona di sîstema kolonyalîst de jiyan didomîne pavemayî ye. Feqîr e. Ji Dewlemendiyên xwe yên binerd û sererd sûd wernagre û dewletên kolonyalîst dewlemendiya wê bi kar tîne û talan dike.

Loma jî neteweya Kurd di nav têkoşîna serxwebûnê û rizgarî û azadî û dewletbûna dijwar de ye. Divê ji vê statuya têde dijî de xelas bibe. Mecbûr e ku gelek babetên xebatê bimeşîne. Ev kara jî bi destên partî û rêxistinên Kurdistanê û kurdperweran divê bê meşandin. 200 sal e ku ev têkoşîna tê meşandin. Di vê qonaxê de jî li her çar parçeyên Kurdistanê ev têkoşîna serxwebûn, dewletbûn, mafên neteweyî qezençkirinê dom dike.

Her parçeyeke Kurdistanê ji bona ku di sînora dewletên cûda yên kolonyalîst de ne, têkoşîna serxwebûn û dewletbûn û mafqezençkirinê jî bi awayekî û bi stratejî û siyasetên cûda yên taybet tên meşandin.

Li Bakurê Kurdistanê neteweya kurd di zehmetiyeke mezin de ye. Têkoşîna serxwebûn û dewletbûn û mafên neteweyî qezençkirinê jî bi stratejî û siyasetên cûda tên meşandin.

Di sînorê Dewleta Tirk de platforma hilbijartinên giştî û herêmî jî di têkoşîna neteweya kurd de ji bona rêxistinên Kurdistanê û kurdpeweran derfetekî nû ye, divê ev platforma jî bê bi kar anîn.

Wek tê zanîn ku bi destê dewletê û PKKê şiûra neteweyî li Kurdistanê qels bûye û tê xwestin ku şiûra neteweyî ya Kurd ji holê rabe. Kurdperwer û rêxistinên van, ji bona ku şiûra neteweyî ya Kurd û Kurdistanê xurt bibe divê platforma hilbijartinê bi kar bînin.

Kurdperwer û û rêxistinên Kurdistanê ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê çêbibe û xurt bibe divê platforma hilbijartinê bi kar bîne.

Kurdpewer û rêxistinên Kurdistanê ji bona serxwebûn û dewletbûna kurdan derfet çê bibin û şert biqewimin divê platforma hilbijartinê bi bi kar bînin.

Kurdpewer û rêxistinên Kurdistanê di paltforma hilbijartinê de divê him bi kurdî xebata xwe bimeşînin û him jî fermîbûn û perwwerdeyî ya zimanê Kurdî bibe daxwezeke civakî û siyasî, divê xebat bikin.

Kurdpewer û rêxistinên Kurdistanê ji bona ku Dewlet bibe dewleteke kurdan jî yanî bibe dewleteke federal û Kurdistan bibe federe platforma hilbijartinê divê bi kar bînin.

Wek tê zanîn hilbijartina giştî ji bona desthilatdarî û hikûmdariya giştî li Tirkiyeyê pêk tê. Loma jî Kurdperwewr û rêxistinên Kurdistanê xwediyê îdia nabin ku li Tirkiyeyê bi giştî bibin desthilatdar. Bes ji bona ku li Kurdistanê bibin desthilatdar şert û derfet çê bibin, di platforma hilbijartinê de dikarin kar bikin.

Hilbijartinê herêmî ji bona desthilatdariya Neteweya Kurd li Kurdistanê derfet û şertên hîn girîng pêk tîne. Loma jî divê kurdpewer û rêxistinên Kurdistanê platforma hilbijartina Herêmî baştir bi kar bînin.

Di Dewleta Tirk de hilbijartina Herêmî di 31ê Adara 2024an de tê li darxistin.

Li Kurdistanê bes Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dikare beşdarî hilbijartina herêmî bibe. Em kurd û hemû kurdpewer dikarin bi riya HAK-PARê ev armancên neteweyî bînin ser zimên.

Loma divê hemû kurd, kurdperwer, siyasetvan û rewşenbîrên kurdpewer yên serbixwe, rêxistin û parrtiyên Kurdistanê yên nikarin beşdarî hilbijartinê bibin, platform û dezgehên siwîl yên neteweyî, hemû Kurdistanî divê di Hilbijartina Herêmî de deng bidin HAK-PARê.

Diyarbekîr, 02. 03. 2024

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button