Break newsRaportslide

Koma xelat cejna rojnamegeriyé li qamişlo bi bîr anîn

Yekîtî mîdiya-Qamişlo
22/4/2015

Bi beşdarbûna hijmarek mezin ji xelkén bajaré qamişlo koma xelat ya filiklora kurdî bîranîna 117 mîn ya cejna roj namegeriya kurdî li navenda siléman adé lidar xistin.
Piştî bixérhatina mihvanan ji aliyé koma xelat ve hemû kesén beşdar xulek bé deng li ser cane pakrewane pakrewanén kurd û kurdistané sekinîn ,ku édî gotina partiya yekîtî ya kurd li sûrî ji aliyé mamoste Ismaîl hemé endamé komîta siyasî hat xwendin,yé ku péş dîroka rojnamegeriya kurdî diyar kir û damezrandina yekemîn rojnameya kurdî ku li paytexta welaté misré” qahîre” ji aliyé miqdad midhet bedir xanve hatibû pejirandin.
Hemé di berdewamiya gotina xwede péwistiya rojnamegiriya kurdî tekes kir û rola wé di veguhestina bûyeran de bi awayekî rast.
Piştre koma xelat pirogramén xwe berdewam kir û téde gelek sitran û helbest û dîlan û şanok péşkéşî beşdaran kirin.
Té zanîn ku di 22é nîsana sala 1898 de yekemîn rojnameya kurdî hat çapkirin li qahîra bi nave Kurdistan .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button