Break newsNûçeslide

KOBANÎ/ŞINGAL- 16 cihên DAIŞê hatin bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan- Balafirên şer ên hêzên hevpeyamniya navdewletî îro li dijî rêxistina DAIŞê li Şingal û Rojavayê Kurdistanê êrişên asmanî pêk anîn.

Wezareta Parastina Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand ku balafirên şer ên hêzên hevpeyamniya navdewletî îro li Iraqê û Sûriyê çeperên DAIŞê 16 caran dan ber bombeyan.

Li gorî daxuyaniyê êrişên li Iraqê li bajarê Şingal, Kerkûk, Mûsil, Qaim, Tilefer û Bêciyê yên ku li Rojavayê Kurdistanê jî li herêman Kobanî û Hesekê hatin kirin.

Hat diyar kirin ku di encama êrişan de 16 çeperên DAIŞê têkçûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button