Gotar

Kewê di rekihê de

Qehreman Mer’an Axa

Kewê reben bûye cihê dax û şermezarî yê , her dem wê werê ser nîşankirin di her rewşeka aloz de , ku gelê kurd tê re derbas dibe , lê gelo ….? wan kesên ku kewê perîşan dîl (êsîr) kirine di rekihê de , û ji xwere kirina metelok , ji xwe napirsin , bo çi û çima kew ban dikê , helbet , ban dike , dibêje werin bi min ve , min azad bikin ji destên van mirovên xapînok yên ji Xweda natirsin , lê qet nayê bîra wî ku nîçîrvanan xefk li der dora rekihê vedan e ?

Dema refê kewan li hawara birayê xwe tên , li sînca davike rast tên , û davik li lingên wan tên pêçan û tên girtin bi bê bextî û pîlanin mirovê xwedî mejî û sewdan û ziman .!

Li himberî wê , Dema refê kewa li hev dicivin û gazinan ji hev dikin , weha dibijin li gor deng û awazin balan (teyrkan):

Rewşa me kewan mixabin bûye wek rewşa van ne xweş mirovan , yên tên xapandin , bi destê dujminin xwînxwar.

Ka li seyre wan bike partiyên wan yên siyasî û hêzên wan ên leşkerî , ev sed salên bûrî , herdem bê itifaq û peyman bûn , dijî hev radiwestiyan , lewra welatê me kewan Kurdistan têkçu .

Rojekê ji rojan me hev ne kuştî ye wek mirovan , êdî bese , bile rewşa xwe ji hev re bikine metelok û pêkenok. ka em tev xwe bidin hev , û berê xwe bidin başûrî Kurdistan li herêma Barzan li wê deverê jîngehek peyda bûye parastina ajelan, herwiha pezkê kuvî û xezalan , û teyrikan , sûsk û kewan , wê her baştirîn be, ku teyir bi refê xwe re Azad bijî .

Deutschland

19/5/2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button