Break newsNûçeslide

Ji bo şermezar kirina teqînên bajarê Hesekê

Yekîtî Mîdiya- Batman
Ji bo şermezar kirina teqînên bajarê Hesekê, partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) û rêxistinên partiyên ENKS li Batmanê, roja pêncşemê 26.3.2015 li ber parka Ataturk kombûn û ev teqînên teroristî şermezar û protesto kirin.
Di Destpêkê de xulkek bêdeng li ser canê şehîdê Kurd û Kurdistanê û bitaybetî li ser şehîdên komkujiya Hesekê rawestiyan. Û pêre sê axaftin bi sê zimanan hatin xwendin .
Axaftina Kurdî mamoste Ezîz ozdemîr , serokê şaxa (PAK) ê li Batmanê.
Axaftina Tirkî berêz Suat kumet , endamê (PAK) ê.
Axaftina Erebî mamoste Ûsama Dawid , endamê partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî .
Û hersiyan di gotinên xwe de komkujiya Hesekê şermezar kirin. Û daxwaz ji civata navnetewî kirin , ko sînorekî ji terorê re deynên, û gelê Kurd ji van êrîşên hovane biparêzin.
Û ev kombûn bi duruşman û wêneyên pakrewanên teqîna Hesekê hatibûn hildan .
Û hêjayî bîranînê ye , ko di şeva newrozê de 20 Avdarê 2015 an li bajarê Hesekê, gava gelê Kurd ahengên newrozê lidardixistin , du teqînên teroristî dinava wan de çêbûn, û di encamê de nêzîkî 60 kesî şehîd ketin û bêtirî 150 kesî jî birîndar bûn , û piraniya wan jin û zarok bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button