Break newsRaportslide

Ji bo bîranîna pakrewanên teqîna Qamişlo li cihê bûyerê mûm hatin vêxistin

Yekîtî Media 5/8/2016

Doh pêncşemê 4ê Tebaxê bi dehan xelkên Qamişlo li cihê rûdana teqînê li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo kombûn, ku di encama wê de bi dehan kes şehîd û birîndar ketibûn.

Destpêşxeriya vêxistina mûman li cihê teqînê ji rex girûpeke ciwanên Qamişlo yên serbixwe hat birêvebirin, û di dawiya çalakiyê de gotinek bi navê komîta amadekar hat xwendin têde sipasiya kesên beşdar kirin û ji xelkên taxê xwestin ku jiyanê cardî vegerînin vê deverê.

Roja çarşemê 27/7/2016 barhilgirekê xwe li Taxa Xerbî li Qamişlo teqand, û di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar ketin, û gelek ziyanên abûrî jî li dû xwe hiştin, rêxistina Daiş ê ew teqîn li xwe girt.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button