Break newsHevpeyvînslide

Îsmaîl: Rêveberiya Xweser tolhildanekê li dijî ENKSê dimeşîne

Yekîtî Media 29/5/2016

Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê dibêje: “Hemû girtiyên me li ser bingeheke siyasî hatine girtin, encamdanê vê yekî jî ji aliyê Rêveberiya Xweser wek tolhildanekê li dijî ENKSê dimeşîne.”

Endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl derbarê kampîna rizgarkirina bakurê Reqyê ji aliyê HSD ve, ji K24ê re ragihand, ku ew ligel dûrxistina terorê ji herêmên Kurdî ne, lê heger hêzên Kurdî bê ti merc û gerantî ketine vê kampînê, ti sûda Kurd jî di vê kampîne de tune ye. Ji Kurd re girîng e heger beşdarî çi kampînê bibe, divê gerantiya parastina mafê Kurd hebe.

Îsmaîl derbarê êrîşa Asayişa Rojava li ser gundan û girtina serkirde û endamên partiyên ENKSê de got: “Xwepêşandanên me bo şermezarkirina êrîşa asayişê li ser gundan bû, ku bi hinceta leşkeriya neçar, bi hejmareke zor û bê rêz û hurmet êrîşî ser malan kirin û destdirêjî li ser mal, saman û zêrên ku di malan de bû, kirin.”

Îsmaîl amaje kir, ku her kesê rexneyekê li Rêveberiya Xweser bigire, tê binçavkirin. Her xwepêşandeke aştiyane were lidarxistin, endamên ENKSê tê girtin. Her rojnameyek rexneyan li Rêveberiya Xweser bigire, tê qedexekirin.

Serkirdên Rêveberiya Xweser dibêjin, ku ti girtiyên siyasî di zîndanên Asayişê de tune ne, Îsmal jî li ser vê yekê got: “Hemû girtiyên me li ser bingeheke siyasî hatine girtin, encamdanê vê yekî jî wek tolhildanekê ye li dijî me. Li Efrînê endamê Komîta Navendî ya PDKSê Ebdilrehaman Apo bêyî ku xwepêşandanê bike hatiye girtin. Girtina siyasetmedarên li Amûdê û deverên din û hewldanên şewitandina nivîsgehên ENKSê bixwe dijberiyeke siyasî ye. ”

Îsmaîl amaje kir jî, ku heta niha ENKSê û partiyên wê ve helwesteke aram derbarê kiryarên Rêveberiya Xweser girtine, ku naxwazin gelê Kurd li Rojava di tengaviyeke bêhtir keve. Heger ji sedî 1 Rêveberiya Xweser wek ENKSê tehmul bike, yek astengî çê nedibû, ENKSê nahêle şerê birakujî çê bibe.

Derbarê karê ENKSê hemberî girtiyên wê de Îsmaîl diyar kir, ku bi hemû xebatên aştiyane, ji xwepêşandan, ragihandin, pêwendiyên dîplomasî ew piştevaniya gel û mafê Kurdî li Kurdistana Sûriyê dikin.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button