Break newsNûçeslide

Îranê “xeta sor” ji bo DAIŞê kişand!

Hewlêr – Yek ji fermandeyên pilebilind ên artêşa Îranê bi tundî gef li DAIŞê xwar û ragihand, eger û DAIŞê û rêxistinên din ên “terorîstî” yên li Iraqê 40 kîlometran nêzîkî sînorê Îranê bibin, ew dê bi tundî bersiva wan bidin.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, Fermandeyê Hêzên Bejahî yên Îranê Ehmed Riza Pûrdestan, ragihand, Îranê 40 kîlometran di nav Iraqê de xeta sor ji komên terorîstî yên mîna DAIŞê re kişandiye, eger ew ji wê xetê derbas bibin dê rastî bersiva tund a Îranê bên.

Pûrdestan diyar kir ku wan beriya niha jî DAIŞ hişyar kiribûn ji bo ku nêzîkî sînorê Îranê nebe û wiha axivî: “Rêxistina terorîstî ya DAIŞê peyama me wergirt û bilez ji herêma di bin çavdêriya me de vekişiya.”

Wî fermandeyê artêşa Îranê eşkere kir ku ew bi hûrî çavdêriya DAIŞ û komên din dikin û “wan baş nas dikin”.

Ev cara yekemîn e ku rayedarekî leşkerî yê Îranê behsa kişandina xeta sor di nav xaka Iraqê dike. Helbet beriya niha rayedarên leşkerî û siyasî yên Tehranê gotibûn, bajarên şîe yên Iraqê yên mîna Necef, Kerbela, Samera û Kazimîn ji bo wan xeta sor e.

Her çiqas Îran dibêje, di şerê DAIŞê de ew tenê di warê şêwirmendiyê de alîkariyê didin artêşa Iraqê lê heta niha gellek pasdarên îranî li Iraqê di şerê DAIŞê de hatine kuştin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button