HevpeyvînNûçeslideUncategorized

Ibrahîm Biro naveroka civate ENKS li gel berpirsên Emerîkî eşker dike

Yekiti Media

Roj pêncşemê 22-8-2019 şandek ji desteya karê derve ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS gihişte Waşinton paytexta Emerîka û li gel berpirsên wezareta karê Derve civiya.

Ibrahîm biro endamê destayê karê derve ya ENKS ji Yekîtî Mîdiya re ragihad ku wan li gel berpisên Emerîkî devera Aram gengeşe kir, û li gor daxuyaniya wan ew dever wê li ser sê qonaxan bê avakirin û bi kurahiya 14 KM.

Biro anî ziman ku qunaxa yekemîn wê di navbera Girê Sipî û Serkaniyê de bê avakirin, û li gor wê rêkeftinê wê hêzên QSD û YPG ji wê deverên derkevin û çekên giran wê dûrî sînor bi 20 KM bêne dûrxistin.

Li ser rola ENKS di wê deverê de endamê destayê karê derve ya ENKS diyar kir ku Emrîkiya eşkere kir ku wê roleke ENKS hebe û pêwîste li hevkirin di nava aliyên Kurdî bi xwe  û di navbera pêkhatên deverê bê encam dan û rêveberiyeke berfireh bê damezrandin.

Li ser rewşa Pêşmergeyên Roj Biro got berpirsên wezarte Emerîkî diyar kirin ku ewê vê  mijarê  di qonaxên tê de  bê gengeşe bikin.

Tê zanîn Şanda ENKS ji Kamîran Haco û Ibrahîn Biro pêkdihat û li gel alîgirê şêwirmendê wezîrê derve yê Emerîkî civiyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button