Break newsHevpeyvîn

IBrahim Biro: Ji Mafê Gelê Kurd e Di Danûstandinan De Li Ser Asta Navdewletî Berdewam Be

Ji bo zanîna encamên serdan û gera Encumana Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê, ya  vê dawiyê li Cinêvê û Oropayê, û hevdîtinên ku şandeyê bi hin dewletên Oropî re, her weha ji bo zanîna rewşa danûstandinên Cinêv3 , û kiryarên PYD dijî Ecumana Niştimanî Ya kurd û çalakvan û rojnamevanan, Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê ev hevpeyvîn bi Birahîm Biro serokê Encûmena Niştimanî Ya Kurd re çêkir.

 Nivîsgeha têkiliyên derve bi serpereştiya we serdana gelek welatên Oropayê kir û li gel revenda kurdî civiya, tu dikarî çi li ser wê serdanê bibêjî?

Serdana me ji bo welatên Oropî bi taybetî ji bo danustandinên Cinêvê bû, da em karibin alîkariyekê bi endamên xwe re yên di şandeyê de bikin, lê di wê demê de ew danûstandin hinekî hatin rawestandin, pirogramekî Ofîsa peywendiyên derve hebû, sê hefteyan li hin welatên Oropayê, Ferensa, Nemsa, Almanya û Belcîka, me gelek berpirsyarên wan dewletan dîtin, wek berpirsyarên karûbarên derve û şêwirdarên serokên wan û her weha me hin berlemaniyên wan dîtin, çi ji yên desthilat yan jî opozisyon, me revenda kurd li wan welatan dît û bi firehî bi wan re hevdîtin kirin.

 ew gera çêbû tiştekî giring bû, ji ber me karîbû di wan sê hefteyan de, rewşa gelê Sûriyê bi giştî û ya gelê Kurd li Sûriyê bi taybetî bi zelalî bighinin rayedarên wan welatan, me ji wan re nerîna Encumana Niştimanî ya kurd gihand, ku em ji destpêka şoreşê û ta niha bi çareseriya siyasî re ne, û li ser wê bingehê niha em di Cinêva 3em de jî beşdarin , me ji wan re sedema rikberiya tevgera kurd ji rêjêmê re da xuyakirin, ku çawa ji berî 60 salî de pirojeyên nijadperestî li ser gelê kurd pêk tên, û tevgera kurd her dem li dijî wan radiweste, rikberiya kurdan ji rêjêmê re xwedî dîrokek dûr û dirêje, tevlî hebûna rikberên din jî ji gelê Sûriyê , lê pir hindik bûn ji ber ku rêjêmê jiyana siyasî li welat nehiştibû, em dibînin piştî veqetyana gelek kesan ji rêjîmê û avabûna rikberiya Sûriyê , ku ew tevlî me bûne , ne em tevlî wan bûne, ji lewra em îro hevparên hevin ji bo avakirina sûriyake nû û demoqrat û pirnetew û fedral, em tev bi hev re wê ava bikin, me bi wan re behsa zehmetiyên li deverên kurdî jî kir, ku em kurd wek tevaya gelê Sûriyê, hinek ji me li aliyê opozisyonê ne û hinek li aliyê rêjîmê ne, û ewên bi rêjêmê re, desthilatek li herêmên Kurdî ava kirine û gelek tiştên xerab dijî gelê kurd bi taybetî, û nemaze dijî tevgera siyasî ya kurdî dikin, û ew pêkhateyên din yên ku tevlî kurdan , belkî wan zehmetiyan nabînin, me bi wan re behsa çawaniya alîkariya gelê kurd kir, îro gelê me dorpêçkirî ye, dijwariyên jiyanê dibîne, me behsa warê mirovahî yê nebaş û debara jiyana rojane û astengiyên aborî kir, yên ku tevlî dijwariyên siyasî yên desthilata neçar ji gel re derdixe dibin, wek leşkeriya neçar, û ferzkirina derîbeyan , û dibin sedemên ku gelê me ji devera xwe koçber bibe.

Tê zanîn ku gereke nû ya danûstandinên cinêvê wê 13 vê heyvê destpê bike, weke ENKS hûn dibînin  ta çi radeyê wê Cinêv karibe çareseriyê ji pirsgirêka Sûrî re bibîne?

13 vê heyvê wê gerek nû ya Cinêv3 dest pê bike , hinek bêhêvîbûn heye, tevlî şanderê navdewletî De Mestora dibêje ku wê pêşketinek çêbibe, lê em li ser zemînê ti pêşketinan nabînin, ji ber rêjêmê tu daxwazên opozisyonê yên ku gerek bû berî destpêkirina danûstandinan pêk hatibana, lê mixabin hê nehatine behskirin , çi ji aliyê derbaskirina alîkariyên mirovahî ve be, yanjî ji aliyê vekirina dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî yan jî berdana girtiyên zindanan, û çi jî ji aliyê rawestana şer de, ku hîna rêjîm şerekî berfireh dike, ji lerwra hêvî bi vê gera 3emîn kêm in, lê em wek ENKS tevlî ku hin zehmetî der baraê danûstandinan, û nerînên me yên taybet jî hene, lê em ta vê kêlîkê berdewam in di danûstandinan de, em bi hêvîne ku opozisyona sûriyê karibe baş li ser xwe bisekine, û têkeve wê nerînê de ku ew îro nûnerîtiya tevaya gelê sûriyê dike û berpirsyariyek dîrokî li ser mile wê ye.

Wek diyar e ku rêjîm û opozisyonê herdiwan jî danpêdan bi mafê kurdan wek tê xwestin nakin, çi piroje ji rex ENKS li hember vê danpênedanê heye?

Ji aliyê rêjîmê de wek me got wê ji berê de jiyana siyasî qedexe kiriye û ew sedema hemî arîşeyan e, lê tiştê xerab ew e ku gelek ji opozisyonê jî wek rêjîmê dinerin, û em zanin ku gelek ji wan derçûyên dibistana Be’is in, lê şoreşa sûriyê ji bo nehêlana diktatoriyê vêketiye, ne ji bo guhertina diktatorekî bi yekî din, lê sebaret me û Hevbendiyê, rêkeftinek imzakirî di nav me de heye, ji wan tê xwestin ku wek me û carna li şûna me jî berevaniyê di ber wê rêkefiinê de bikin, lê di kongirê Riyad de, hin kesayetiyên siyasî û eskerî derbasî nav şanda opozisyonê bûn, ne tenê baweriya wan bi mafê gelê kurd nayê, baweriya wan bi demqrasiyê nayê, lê em di wê baweriyê de ne ku ev danûstandin ne milkê kesî ne, û ji mafê gelê kurd e di danûstandinan de li ser asta navdewletî berdewam be, ta rewşa gelê Sûriyê û ya gelê kurd çareser bibe.

Kiryarên PYD li hember ENKS û çalakvanên siyasî û bi taybet rojnamevanan rojbiroj zêde dibin, helwata ENKS li hember van kiryaran çi ye?

Wek em zanin dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, rêjîmê doseya ewlekarî ya tevgera siyasî ya kurdî xist destê PYD de, ji lewra jê tê xwestin kiryarên xerab dijî ENKS û tevgera siyasî û çi çalakiyên civaka sivîl bike, û jiyana siyasî li deverên di bin desthilata wê de qedexe bike, û em rojbiroj dibînin ku dema di warê siyasî de cihê xwe nabîne û paş dikeve, û nikare wek rêveberiya wê ragihandiye pêdiviyên jiyana gel dabîn bike, tevlî ku karê wê yê bingehîn parastine , lê xwe kir ecinde ji aliyinan re ku tenê wê di warê leşkerî de bikar bînin, lê di warê siyasî de lê xwedî dernakevin, van fakteran hişt ew fişara xwe ya li ser ENKS  dijwartir bike, nemaze ku îro baweriya gel bi ENKS li hundur û derveyî welat pirtir dibe û îro li ser asta siyasî û têkiliyên navdewletî pêş dikeve û ew beşek e ji danûstandinên Cinêvê.

 Em wek ENKS emê berdewam bin di xebata xwe ya aştyane de, û em gelê xwe didin ser hev bi serhildanên aştyane dijî kiryarên wan yên bi devê tivingê tenê Karin pêk bînin, lê di warê siyasî de kirêtiya wan kiryaran eçkere dibe, ji lewra ew ji ragihandinê û xebata sivîl ditirsin û bi taybetî ji rojnamevanan ji ber ku kiryarên wan eşkere dikin, her dem dixwazin pênûsên wan bişkînin.

Jêder Malpera Hevbendiyê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button