Ibrahîm Biro ji K24 re: Heger gerantiyeke navdewletî nebe em bi Rêjîmê re rûnanên
Yekîtî Media 24/7/2016
Ajansa fermî ya nûçeyan “SANA” ku ser bi hûkumeta Sûriyê ve ye, li ser zarê berpirsekî ji Wezareta Derve yê Sûriyê ragehand ku, Sûriyê amade ye bê şert û merc danûstandinan ligel opozîsyonê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî bike.
Li ser gotina Wezîrê Derve yê Sûriyê, Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand û got: “Rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê de çê bûye, ewê niha birêkeve, herwiha danûstandinên Cinêvê jî dê destpêbike. Ji ber wê yekê niha rêjîm dixwaze diyar bike ku, ew amade ye danûstandinan bike.”
Biro got: “Em wek ENKSê baweriya me bi rêjîmê naye, ji ber ku rêjîmê di danûstandinên Cinêv2 û Cinêv3 de nikarî di bin çavdêriya welatên mezin de danûstandin bi opozîsyonê re bikira. Em bi tena xwe bi rêjîmê re hevdîtinan nakin, tenê heger gerantiyeke navdewletî hebe.”