Break newsNûçeslide

Emîndariya Giştî ya ENKS hişyarî da PYD jibo kiryarên endamên wê

Yekîtî Media 24/7/2016

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek belavkir, têde bi tundî kiryarên milîsên PYD di mafê miletê kurd de şermezarkir, û hişyarî da PYD ku ew berpirse di ber karvedanên van kiryaran de, herweha got ev kiryarên weha xizmeta doza miletê kurd nakin.

Berî çend rojan zarokê bi navê Apko Qewas li ser destê asayişa PYD li Kobanê hatibû kuştin, herweha kêmendamê bi navê Alan Mihsin li Hesekê tûşî gulleyekê ji rex endamekî tirafîka PYD hatibû û di encamê de birîndar bû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button