Break newsRaportslide

Hûrbîniyên veşartî di teqîna Qamişlo de nas bike !

 Yekîtî Media 31/7/2016

Piştî ew teqîna mezin ya ku li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo di roja çarşemê de 27ê Tîrmehê rûdawbû, û di encamê de zêdetirî 50 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 175 kes jî birîndar ketin, ji bilî ziyanên aborî yên mezin ku bi firehiya 500 mitrî çargoşe avahî rûxandin, hîn asayişa PYD ya desthilatdar tu encam ranegihandine, û bê helwestek diyar derbarî vê teqînê mane.

Hûrbîniyên Teqînê

Li gor hin welatiyên ku ew keymon bi çavan dîtin ji Yekîtî Media re axivîn, ku keymonek dirêj ji corê sînî ya taybet bi veguhestina pez ku sê tebeqe ye di riya rêbendên asayişê re derbasî taxa Xerbî bû, birovajî fermana asayişa PYD ku dibêje nabe keymon derbasî nava bajêr bibin û di vê di riya lidor bajêr (hizamê) re derbas bibin, û piştî demjimêr 8 êvarî, li gor wê fermanê nabe keymon derbasî bajêr bibin di navbera seet 8 sibehê û ta seet 8 êvarî.

Mixalefeyên tirafîkê

Li gor hin welatiyên ku biçavê xwe ew keymon dîtin ji Yekîtî Media re axivîn, ku keymona xwe teqand di dewara Hilêliyê re derbas bû, û mixalefeyek trafîkê kir dema ku tayirên wê rê derbas kirin û pêl kevirê redîfê yên dewara Hilêliyê kirin lê tirafîka PYD tiştek nekirin û ew keymon ranewestandin, li tev ku şifêrên servîsên Hilêliyê ji trafîkê xwestin ku vê keymonê rawestînin jiber ku şifêrê wê kesekî sîpe ye û nizanê vê tirimpêlê bi durustî bajo û li kevirê redîfê qeliband, lê endamên trafîka PYD bêdeng man û rêdan şifêrê keymonê ku derbasî nava bajêr bibe digek ku qedexeye û berê fermana asayişê bi vê yekê hebû.

Li gor hin wêneyên ku li ser intirnêtê belavbûn diyar dibe ku ev keymon di rêbendên asayişa PYD re derbasbûye, li tev ku ev rêbend kamîre û alavên diyarkirina mewadên teqîner di wan de heye, û ev keymon 14 ton ji van mewadan tê de hebû, çawa ev keymon di van rêbendan re derbas bûye?

Derbarî vê pirsê û veşartiyên teqîna Qamişlo nivîskar û rojnamevanê Kurd Hoşeng Osê ji Yekîtî Media re axivî û got:

Ev komkujiya mezin ku li Qamişlo rûda me li ber du tiştan datîne: an ku ixtraqek ewlehî mezin di hundirê hêzên asayişê de heye, ango şanên razayî yên Rêjîma Sûrî û yên Daişê di hundirê asayişê de hene. Ya jî xemsarî û sersarî ji hêla asayişê heye , Daiş dikarîbû sûdê ji vê xemsariyê bike û vê komkujiya mezin pêkbîne.

Osê herweha got dibe ku destê Rêjîma Sûrî di vê komkujiyê de hebe bi egerên herêmî û bo vgerandina pêwendiyan bi Tirkiyê re.

Osê got , divê PYD lêborînê ji gelê kurd û ji malbatên goriyên komkujiyê bixwaze, û divê bi şaştiyên xwe mukur were, û doz li hemû aliyên kurdî kir ku alîkariyê bi hev re bikin jiber ku di rojên tê de dê êrîşên xurtir bêne kirin.

Hêjaye gotinê ku wêneya keymona xwe teqand li ser malperên civakî belavbûn ku dejimêr 9:10 di rêbenda asayişê re derbas bûye, lê asayişa PYD ew yek redkir, tenê vidyoyek hetibû tomarkirin bi riya kamîreyek taybet diyar dike ku ew wêne duriste û heman keymon di vîdyoyê de derbasî kolana cihê teqînê dibe.

t2

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button