Break newsNûçeslide

HSD nêzîkî bajarokê Hîşayê li bakurê Reqayê dibe

Yekîtî Media 10/11/2016

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ji mihwerê Eyn Îsa û Silûk ber bi aliyê bajarokê Hîşa ve li bakurê Reqayê bipêş dikevin. Firokeyên Hevpeymaniya Navdewlatî bargehên DAIŞê bombebaran dikin û niha şervanên HSDê hewl didin ku bajarokê Hîşa kontrol bikin.

HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, roja 6 Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de operasyona bi navê “Hêrsa Ferêt” ya rizgarkirina Reqayê ragihand û da zanîn ku, HSDê bi 30 hezar şervan dê beşdariyê di operasyona reqayê de bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button